Serenca Me Çûkan Dixwand
Min tu kişandî ber derderkiya serê sibê
Ya meha xomurdanê, havîna malxopan.
Êşlêbarîna serenca me şehlûlê dixwand
Min got dilo, em biçin ba wê bi serdanî
Te got na, dilo tu dudil î, dilo tu bêdil î!
Min pêsîra xwe je te re kir textê stranan
Kevirê tilsimê min da bin balgiya bihurî.
Ezablêbarîna serenca me bilbil dixwand
Min got dilo, ez te bi pêla dengê wî xim
Te got na, dilo tu bêhiş î, dilo tu dilreş î!
Min tu dirêjkirî li ber heyva panzdehşevî
Xelata gazina stranbêjan ji min re hatibû.
Xwelîlêbarîna serenca me kund dixwand
Min got dilo êdî dereng e, te got na, lez e;
Ey dilo, bêxem î, bêhîs î, tu bi çend can î!
Sewta Berbangê
Abdullah Karabağ
__________________
Buraya Kadarmış ..
|